Li Efrîna dagirkî, artêşa Tirk şivanekî pez êşkence kirin û hemû bezên wî dizîn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku leşkerên Tirk şivanekî pez li gundê Çiyê yê girêdayî Racoyê girtin, bi tundî lêdan û êşkence kirin.
Li gorî çavdêriyê, dagirkeran şivan revandin û dest danîn ser hemû pezê wî û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e.
Her wiha, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûryê, Revandina 30 kesî li Efrînê ji destpêka meha Hezîranê û heta niha, belge kir.
Li Girê Spî ya dagirkirî jî, artêşa Tirk 2 şênî ji bajarokê Hemam Turkmen revandin û heya roja îro çarenûsa wan jî nediyar e.