Şoygu bo Putin: Seferberiya Qismî bidawî bû

Di şerê li Ukrayna de, Rûsya hêzên xwe yên li serêmê ji nûve komî serhev dike. Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu bû Putin got, Seferberiya qismî ya li welat bidawî bûye. Di vê navberê de, ji despêka şer û heta niha Amerîka 18,5 mîlyar dolar alîkariya leşkerî bû Ukrayna kiriye.

Israra di planên xwe de, bûye sedema ku 9 mehe şer li Ukrayna dewam bike.

Artêşa Rûsya ji bo xaka kontrolkirî biparêze leşkerên nû derbasî herêmê dike.

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu derbarê seferberiya leşkerî ya qismî de agahî da Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Soygu got; “Di çarçoveya seferberiyê de bêtirî 1300 nûnerên saziyên rêveber ên di astên cuda de û bêtirî 27 hezar karsaz ji bo artêşê hatin vexwendin.

13 hezar welatî bi dilxwazî ​​çûne leşkeriyê.

Temenê navîn 35 sal e.”

Şoygu, da zanîn ku bi giştî 300 hezar welatî ji bo leşkeriyê hatine gazîkirin û ev tişt anî ziman:

“Ji kesên ku ji bo leşkeriyê hatine gazîkirin 218 hezar li qadên gulebaranê perwerdeyê dibînin.

82 hezar jî piştî perwerdeyê şandin herêma ku operasyon lê dewam dike.

Ji vana 41 hezar di nava leşkeran de çalak in.

Çalakiyên seferberiyê bi dawî bûn.”

Putin: Di beşên leşkerî de divê pergala qeydkirinê bê nûkirin

Serokdewletê Rûsyayê Putin jî diyar kir seferberiya ku li welêt hatiye îlankirin pêwîst e û got,

“Divê derbarê pêvajoyê de encam bên derxistin.

Divê pergala qeydkirinê ya li şaxên leşkerî bê nûkirin.”

Putin teqezî li ser wê yekê kir ku divê di warê avakirina hemû hêmanên pêwîst ji bo Hêzên Çekdar ên Rûsyayê de sererastkirin bên kirin.

Ji despêka şer ve Amerîka 18,5 mîlyar Dolar alîkariya Ukrayna kiriye

Di vê navberê de alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê didome.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Serokatiya Amerîka Joe Biden ve hat dayîn de hat diyarkirin ku heta niha alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo Kîevê gihiştiye 18,5 milyar dolarî.

Back to top button