Di van demên dawî de ji bo derxistina fitneyê di nav gel de, şêx û rûspiyên Ereb tên armanckirin. Amerîka jî êrîşên li dijî Şêxên êla Igêdat ê Dêra Zorê şeremezar kir.
Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ew ê êrîşkaran darezînin û got:
“DYA êrîşên li dijî herdu kesayetên êla Igêdat şêx Metşer El-Hemûd El-Hefel û Ibrahîm Xelîl Cidan El-Hefel şermezar dike..”
Amerîka sersaxî ji êla Igêdat û malbata Şêx Metran û şîfaya lezgîn ji şêx Ibrahîm re xwest.
Balyozxaneya Amerîka diyar kir jî ku êrîşên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin û çareseriya siyasî li gorî birryara Konseya Ewlekariyê ya 2254’an asteng dikin.