HRE: Di dema erdhejê de artêşa Tirk êrişî gelê me yê li Şehba kir

HRE’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker duh êrişî Şehbayê kir û di vê rewşa Erdhejê de daxuyaniyan belav dike ku êriş li ser wê çêbûye. Idiayên artêşa Tirk ne rastin û di dema erdhejê de jî gelê me rastî topbaranê hat.

Heta niha li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ku ji erdhejê bandor bûne, tîmên destwerdana lezgîn nehatine şandin.

Dewleta Tirk a dagirker di vê rewşa erdhejê de ku bi hezaran kes di bin kavilan de maye jî siyasetên xwe yên şer didomîn.

Dewelta Tirk a ku bi her carê dixwaze rojeva nav Tirkiyê bughere, serî li rêbazên qirêj dide û dîsa ragihand ku Hêzên YPG’ê êrişî baregehên wan kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker derewandin.

HRE’yê da zanîn ku li devera ku Wezareta Parastinê ya dewlet Tirk îdia kiriye ku YPG’ê êrişî baregeheke wan kiriye, tu hêzên YPG’ê tune ne, li wê deverê hêzên HRE’yê hene.

Daxuyaniya hêzên Rizgariyê wiha ye:

“Îro Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û îdia kir ku hêzên YPG’ê ji Til Rifatê bi çekên giran êrişî baregeha artêşa Tirk a li Oncupinarê kiriye.

Li Til Rifatê tu yekîneyên YPG’ê nîn in. Li herêma navborî hêzên me hene.

Di vê pêvajoyê de ku gelên me yên herêmê bi erdhejeke rêjebilind re rûbirû maye, hêzên me li hember baregehên dijmin tu êriş li dar nexistine.

Ev îdiayên artêşa Tirk a dagirker ne rast in.”

Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku berovajî idiayan, artêşa Tirk a dagirker duh (6’ê Sibatê) herêma Til Rifatê topbaran kir û got:

Gelê me di erdhejê de jî rastî êrişên artêşa Tirk hat.

Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya artêşa Tirk derew e û ji bo berovajîkirina rastiyê hatiye belavkirin.

Em ji bo malbatan û hemû mirovan ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn..”

Back to top button