Desteya Şaredariyên Herêmî sererastkirina beşek rêya navneteweyî (M4) ya navbera bajarên Hesekê û Qamişlo ku ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker navber dabûye, didomîne.
Desteya Şaredariyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser 1’ê Cotmehê dest bi sererastkirina beşê rêya navneteweyî (M4) yê navbera bajarên Hesekê û Qamişlo kiribû.
Lê xebatên sererastkirinê ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker hatibû rawestandin.
Rêya ku tê sererastkirin bi dirêjahiya 28 km û firehiya 12.5 m ye.
Tê payîn ku xebatên sererastkirinê di çend mehan de bi dawî bibin.