Ji Stenbolê bertek: Dive bêyî PDK’ê Kongreya Netewî pêk bê

Nûnerên partiyên siyasî û saziyan diyar kirin ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê konsepta êrişan a li dijî destkeftiyên kurdan ji ber hevkariya PDK’ê didome.
Siyasetmedarên kurd bang li hemû kurdan kir ku li dijî xiyaneta PDK’ê helwesteke zelal nîşan bidin.

Partiyên siyasî û saziyên li Stenbolê jî bertekek nîşanî hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk a daigrker re dan.

Mehmet Karadag: Hedefa bingehîn destkeftiyên Kurdan e

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Mehmet Karadag, diyar kir ku ger PDK neyê ser xetê derveyî PDK’ê divê kongreya netewî pêk bê.

“Operasyonên derveyî sînor binpêkirina maf in.

Tevî hemû bangên kurdan PDK’ê di biryara xwe ya şaş de israr kir û hişt ku ji sedî 51 axa başûrê kurdistanê were wendakirin.

Heke PDK neyê ser xetê, divê yekitiyeke neteweyî ya bêyî PDK’ê pêk were.”

Dîlber Demîr: PDK’e hevkarê şer e

Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr jî anî ziman ku êrişa li dijî KNK’ê êrişeke li dijî yekitiya neteweyî ye û ev nirxandin kir:

“PDK bi awayekî aşkere hevkarê şer e.

Divê gelê kurd hevkarî û êrişên PDK’ê qebûl neke û li her çar parçeyan yekitiya neteweyî pêk bîne.

Yanî PDK bibe jî nebe jî dê ev yekitiya neteweyî pêk were.

Divê li dijî êrişên topyekûn bi awayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn.”

Murat Kalmaz: PDK’e hevkarê wê konsepta nû ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî anî ziman ku şehîdxistina Bulbun a li Hewlêrê konsepteke nû ye û got:

“Em dibînin ku bi pêvajoyeke nû re êriş bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin.

Helwesta PDK’ê li dijî astengkirina destkeftiyên kurdan in.

Bêdengiya PDK’ê ya li dijî vê hevkariya wê nîşan dide.

Banga me li gelê kurd ev e; “Divê li dijî helwesta PDK’ê bertekeke zelal bê nîşandan.”

Back to top button