Wargeha Mexmûr-Şehîd Seyîd, Aslan û Deniz hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Seyîd Evran, Aslan Qamişlo û Deniz Bulbun bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ya wargehê ve hat organîzekirin.

Di merasîmê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê rêz hat girtin.

Piştre, li ser navê xelkê wargehê Xebat Îlhan di kesayeta her sê şehîdan de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bibîr anî û got:

Di rêwîtiya salên dirêj de van şehîdan heta kêliya xwe ya dawî, şopa heqîqetê meşandin.

Niha tişta ku dikeve li ser milê me, em jî di rêya wan de têkoşîn û serkeftina wan bibin serî.

Ji bo em bikaribin dijminê hov têk bibin divê em rêya van her sê pakrewanan bişopînin.

Merasîm bi dirûşmeyan bidawî bû.

Back to top button