Çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê sivîlek 55 salî revand

Çeteyên dawleta Tirk a dagirker li gundê Eyn Hecerê yê Efrînê sivîlek 55 salî revand, li gundê Maratê jî bacê li şêniyan ferz kir.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk sivîlê bi navê Şikrî Henan Osman yê 55 salî yê ji gundê Eyn Hecerê yê navçeya mabata, revand.

Li navçeya Şera ya Efrînê jî çeteyan sivîlê bi navê Mihemed Enwer Hemdûş yê ji gundê Kefer Cenê yê Efrînê, revand.

Çavkaniyan diyar kir ku Çeteyan bi ser malên şêniyên gundê Cema yê navçeya Şera de girtin û şêniyên bi navên Ciwan Hecî, Îmad Reşîd û Fexrî Hec Yasîn revandin.

Li geundê Maratê yê Efrînê çete li ser xwedî pezan bace ferz kir

Li aliyekî din navanda çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku li gundê Maratê yê Efrînê çeteyan li ser xwediyên pezan bace ferz kir.

Back to top button