Ciwaneke Êzidî hat naskirin û ji bo Mala Êzidiyan hat radestkirin

Li kampa Holê ciwaneke Êzidî hate naskirin û radestî Mala Êzidiyan hate kirin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku Komîteya Karûbarên Kesên Hatine Revandin bi hevkariya Rêveberiya Kampa Holê ciwaneke êzidî di kampê de nas kir.

Ciwana ku hatiye naskirin navê wê Leyla Murad Îdo ye û 17 salî ye.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê tekez kir ku di demên pêş de wê Leyla ji bo malabat wê were radestkirin.

Di daxuyaniya Mala Êzidiyan de hate diyarkirin ku piştî şerên Baxozê û rizgarkirina wê ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve bi hezaran sivîl xwe spartin kampa Holê.

Di nav de sivîl, malbatên DAIŞ û zarokên wan, her wiha jinên êzidî hebûn.

Back to top button