Wezareta Derve ya Amerîkayê: Eger em ji Iraqê derkevin, dibe ku DAIŞ vegere

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku vekişandina Hêzên Amerîkî ji Iraqê rê li ber vegera DAIŞ’ê vedike.

Cîgirê yekem ê alîkarê Wezîrê derve yê Amerîkayê Joy Hood, destnîşan kir ku, eger hêzên Amerîkî derkevin wê Kaolîsyon jî derkeve, ev jî rê li ber vegera DAIŞ’ê vedike.

Di axaftina xwe ya li peymangeheke lêkolînan a li Waşingtonê de dîplomatê Amerîkî got, ew dixwazin bi riya diyalogê bighêjin biryarek gunaw.

Her wiha Rojnameya ”Wall Street Jornal” eşkere kir ku Wezaretên derve û Parastinê yên Amerîkayê, kêmkirina alîkariyên leşkerî bi bihayê 250 milyon dolar bo Iraqê nîqaş kir.

Leave a Reply

Back to top button