Dadgeha bilind a Belçîkayê: Partiya Karkerên Kurdistanê ne rêxistineke teorîst e

Biryareke dadwerî ji hikumeta Belçîkayê, “Partiya Karkerên Kurdistanê” ji lîsteya terorê dertîne.

Dadgeha Bilind a Belçîkayê duh li ser biryara ku “Partiya Karkerên Kurdistanê” ne rêxistineke terorîst e, erê kir.

Dewleta Tirk, berî niha biryara “dadegeha gilîkirinê” red kiribû ku PKK ne rêxistineke terorîst e.

Lê dadgehê ev dosya rakir dadgeha bilind û li wir jî biryar hat erêkirin.

Li gorî Dadgeha Bilind a Belçîkayê, “Partiya Karkerên Kurdistanê” ne rêxsitineke terorîst e, ji ber şer di navbera wê û Tirkiyê de şerekî navxweyî ye û wan eleqeder nake.

Dadwerên ku ji aliyê dewleta Tirk hatine destnîşankirin, daxwaza demekê kir da karibin biryara dadgeha bilind red bikin.

Ji ber li gorî çavkanîne ji hindirê dadgehê, rûniştin taloqî 28 Çilyê bû.

Dadgehên Belçîkî di hersê salên borî de, 5 biryarên erênî der barê “Partiya Karkerên Kurdistanê” de derxistin.

Di 8ê Adara 2019an de jî, dadgeha gilîkirinê li Brukselê PKK ji lîsteya terorê bi dûr xist.

Leave a Reply

Back to top button