Li Efrînê ji hefteya borî heta niha, 14 kes hatine revandin

Binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin.
çeteyên bi navê “Polîsên sivîl” bi hincet û tewanên cûda 3 sivîl ji Efrînê revanadin.

Çeteyên bi navê “Polîsên sivîl” Jina kurd a bi navê Rengîn Ehmed Ebdo Hebo û Hecî Menan Îbiş yên ji gundê Karê yê navçeya Bilibê Racoyê revandin.

Çeteyan bi hinceta Ku Rengîn Hebo şibandine jineke Yekîneyên parastin jin -YPJ ew girtin.

Hate diyarkirin ku heta niha Rengîn û Hecî çarenûsa wan nehatiye diyarkirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên bi navê Cîhad Ereb ku ji taxa Eşrefiyê ye revandin û ber bi cihekî nediyar birin .

Cîhad beriya niha ji aliyê polîsên leşkerî ve hatibû girtin û piştî dayîna fidye hatibû berdan.

Ajansa Afrîn Post raghandin ku di hefteyekê de, di nav de 5 jin 11 kes hatin revandin.

Leave a Reply

Back to top button