Sûriyê ji hêla ne azadbûnê rojnamegeriyê, di rêza 7’an a beriya dawî de ye

Îro 3`yê Gulanê ye, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ye. di vê çaçroveyê de Rêxistina ”Nûçegihanên Bêsînor” diyar kir ku Sûriyê di rêza yekemîn de ye ji hêla ne azadbûna rojnamegeriyê.

Li gorî rapora “Nûçegihanên bêsînor” di nava 180 welatên li cîhanê, welatên herî zêde rojnamevan têde azad in Norweç, Fînlanda, Hollanda ê Swîsre ye.

Her wiha têkildarî welatên ku rojnamegerî tê de sînordar û ne azad e li gorî rêzê Sûriye di Rojhilata Navîn de xwe di rêza yekemîn de girtiye.

Di asta cîhanî de jî xwe di rêza 7’an a beriya dawiyê girtiye.

Iraqê jî xwe di rêza 162’an di asta cîhanê de digire.

Her wiha dewleta Tirk jî xwe di rêza 154’an de di cîhanê de digire.

Back to top button