ŞERVANÊ YPG’Ê FESÎH BEŞAR OSMAN LI HESEKÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Fesîh Beşar Osman bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin. Her wiha di merasîmê de nasnameya şervanekî QSD’ê ku li Dêrazorê şehîd bû hate eşkere kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd ji ber avahiya Meclisa Malbatên şehîdan wergirt û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên şehîdan û YPG`ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û teqez kirin ku bi saya fedekariyên şehîdan herêm ewle bû.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şervanê QSD’ê Munîr Fayiz Umer bi nasnav Ebû Ereb ku li Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button