SABRÎ OK: di aliyê siyasî de gelê me bi ser ketiye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyarkir ku şerê Emerîka û Îranê ne ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn, ji bo desthilatdariyê ye.

Sabrî Ok diyar kir ku çareserî di projeya Netewa Demokratîk de ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ku tevlî bernameya Rojeva Welat a Sterk Tv bû bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li ser Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Sabrî Ok diyar kir ku êrîşên dagirker yê dewleta Tirk bi destûra Emerîka û Rûsyayê pêk hatiye, lê tevî vê yekê gelê Kurd di warê siyasî de bi ser ketiye.

Sabrî Ok weha got:

“Di dîroka PKK’ê de yekem car nasnameya gelê Kurd, pirsgirêkên gele Kurd û çareseriya van pirsgirêkan li ber raya giştî ya hemû cîhanê hate nîqaşkirin. Ji bo wê ez dibêjim AKP di 2019’an de tiştek bi dest nexist û di aliyê siyasî de gelê me ser ketiye.”

SABRÎ OK:
ŞERÊ DYE Û ÎRANÊ NE JI BO DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bal kişand ser kuştina Fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî jî û diyar kir ku ev êrîş dibe ku ji bo hilbijartinên Emerîka û Tump baş were dîtin, lê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û çareseriyê ti başiyê bi xwe re nayêne.

Sabrî Ok diyarkir ku çareserî ne di şerê netewdewletî û mezhebî de, çareserî di paradîgma Rêber Ocalan ya Netewa Demokratîk de ye.

SABRÎ OK:
JI BO KU PIRSGIRÊKA KURD BIXIN BAZARÊ DIÇIN LIBYAYÊ

Sabrî Ok bal kişand ser aloziya Libyayê jî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi şandina leşkeran ya ji bo Libyayê dixwaze bi Rûsya û Emerîkayê re pirsgirêka Kurdan bixin bazarê.

Sabrî Ok got, “Erdogan demên xwe yên dawî dijî û di mijara Lîbyayê de wê ti tiştî bi dest nexe.”

SABRÎ OK:
AKP WÊ DI 2020’AN DE HÊZA XWE WINDA BIKE

Sabrî Ok di dawiyê de da xuyakirin ku AKP gelek hêza xwe winda kir û bi awayekî lewaz kete sala nû û weha dewam kir:

“PKK hîn dînamîk, rêxistinî, bi biryardarî û bi rengekî ku xwe bi raya giştî ya cîhanê daye qebûlkirin ket sala nû û ev sal ji bo gelê me wê bibe sala serkeftina bi giştî.”

Leave a Reply

Back to top button