Tirkiyê amadekariya şandina 400 çeteyên din dike

Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber çeteyên xwe dişîne Libyayê, niha jî amadekarî dike ku 400 çeteyên din bişîne vî welatî.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk jî soz daye van çeteyan ku eger 6 mehan li Lîbyayê şer bikin wê nasnameya Tirkî bide wan.

Serokkomara Tirk Erdogan piştî koçberên li Tirkiye, çeteyên xwe jî ji bo berjewendiyên xwe bi dest bixe weke gefekê bikartîne.

Bi vê armancê Erdogan ji bo dagirkeriya Libyayê, çeteyên xwe yên li Sûriyê dişîne Libyayê.

Dewleta Tirk dixwaze çeteyên xwe li kêleka hikumeta Wîfaq ya Lîbyayê li dijî artêşa Lîbyayê bide şerkirin.

Li gorî agahiyên di çapameniyê de belav dibin, ji koma Siqûr El-Şam 60 çete, ji koma Suleyman Şah (El-Emşat) 50 çete, ji Sultan Mûrad 300 çete û ji Mûitesim Billah 50 çete hatine şandin.

KOMA SIQÛR EL-ŞAM 60 ÇETE

KOMA SULEYMAN ŞAH 50 ÇETE

SULTAN MURAD 300 ÇETE

MUITESIM BILLAH 50 ÇETE

Hat diyarkirin ku niha jî Firqet El-Hemzat 400 çeteyan amade dike ku wan bişîne Lîbyayê.

Hemû komên navborî jî xwe di bin navê çeteyên ”Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” de bi rêxistin kirine.

DESTWERDANA TIRKIYÊ YA LÎBYAYÊ
SERÇETEYÊN LI SÛRÎ NIHA LI LIBYAYÊ NE

Tora Çalakvanên Efrînê jî wêneyê serçeteyekî dewleta Tirk ku Turkmen e belav kir û diyar kir ku ev serçeteyê ji Hemayê ji koma bi navê Sultan Murad e.

Torê destnîşan kir ku navê vî çeteyî Murhef El-Yûsiv e, lê bi navê Ebû Mihemed Turkmanî tê naskirin û berpirsê koma çete ya li navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û niha çûye Lîbyayê.

DESTWERDANA TIRKIYÊ YA LÎBYAYÊ
”ÇETEYÊN SÛRÎ JI BO BIDESTXISTINA NASNAMEYA TIRKÎ LI LÎBYAYÊ ŞER DIKIN”

Li aliyekî din lêkolînera Mafên Mirov Îlîzabês Tsorkov jî dîmenek li ser hisabê xwe yê Tiwîterrê belav kir ku tê de çeteyên dewleta Tirk a yên Sûrî dibêjin ”Em gihaştin Lîbyayê.”

Êlîzabês da zanîn ku dewleta Tirk soz daye van çeteyan ku eger 6 mehan li Lîbyayê şer bikin wê nasnameya Tirkî bi dest bixin.

Beriya van dîmenan jî dezgehên ragihandinê tekez kiribûn ku hin çeteyên dewleta Tirk ên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button