Cangoriyên Komkujiya Parîsê, her sê jinên şoreşger yên Kurd 7. salvegera şehadeta xwe de li Mexmurê hatin bi bîr anîn.
Çalakiya bîranînê li saziya malbatên şehîdan pêk hat û bi dehan kes beşdar bûn.
Li ser navê Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn axivî û di kesayeta şehîdên Komkujiya Parîsê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.
Nûran Sezîng îşaret bi têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz kir û diyar kir ku di zindanên Amedê de li hemberî zilm û zextan ti carî serî netewand û her dem bi sekna xwe ya xurt hat naskirin.
Endama Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn anî ziman ku ew ê xwedî li xeta Sakîne Cansiz û hemû şehîdan derkevin û heta dawiyê li ber xwe bidin.