Adar Çiya yek ji şehîdên HPG’ê

Gerîla Adar Çiya jî bi ruhê fedayî ew ji di nava 11 pekrewananê ku bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Adar Çiya di çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de roleke pêşeng lîst û tevî hemû êrîşên dagirkeran jî pêşengîtî ji Berxweanê re kir.

Gerîla Adar Çiya jî di nava 11 berxwedêrên di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê de şehîd bûne ye.

Canda Îsmaîl bi nasnav Adar Çiya li bajarê kevnar ê Rojavayê Kurdistanê li Amûdê di nava malbateke welatparêz ji dayik bû ye

Adar hîn di zarok bû PKK nas kir.

Her ku mezin bû armanca xwe ya tevlîbûna li nava gerîla jî mezin kir û ji aliyekî ve li hemberî zextên civakî yên li dijî jinê bû xwedî nerazîbûn.

Bi vê baweriyê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Adar piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê yên êrîşî Kerkûkê kirin, ji bo gelê wê derê biparêze tevlî komên destpêkê ku çûn Kerkûkê bû û wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî.

Ew tevî zehmetiyên fîzîkî jî bi israra xwe derbasî herêma Zapê bû ku şer lê giran bû.

Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û hezkirina xwe ya li gerîlatiyê, zor û zehmetî hemû ji pêşiay xwe rakir.

Weke milîtaneke YJA Starê ya şareza, hestiyariya jinê, bicihanîna pîvanên jin a azad û têkoşîna vê yekê ji xwe re kir sekneke girîng.

Ji roja 14’ê Nîsanê ku êrîşên dijmin dest pê kir heta roja gihişt asta şehadetê, di gihandina pêngava pêwîst a serdemê de û pêşengiya hemû hevrêyên xwe de roleke girîng lîst.

Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê ve, tevî hemû zehmetiyên fizîkî jî bê dudilî di nava berxwedanê de ma.

Adar, herî dawî di eniyên şer ên Şehîd Xursî de ji berxwedanê re pêşengî kir û careke din nîşanî hemû cîhanê da ku îradeya Apoyî têk naçe û bi her tiştî dikare.

HPG’ê nasnameyên 11 Gerîlayan eşkere kir

HPG: 11 Gerîlayên din bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

Back to top button