Hêvî Welat yek ji şehîdên HPG’ê

Gerîla Hêvî Welat di bin her şert û mercî de ala têkoşînê bi serbilindî hilda û bi 11 hevrêyên xwe di şerê çekên Kîmyewî de şehîd bû.
Hêvî bi sekna xwe ya milîtanî, şerkirina fedaî û jiyana xwe ya fedekarî xeta milîtaniya YJA Starê nîşan da.

Gerîla Hêvî Welat bi têkoşîna xwe ya bê hemba hat naskirin û heta kêliya dawî di jiyana xwe de bi 11 hevalê n xwe re di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bû.

Silava Mihemed bi nasnav Hêvî Welat di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û ji ber polîtîkayên rejîma Baas a Erebkirina Rojavayê Kurdistanê neçar ma koçî Helebê bibe.

Hêvî di zaroktiya xwe de PKK’ê nas kir û bi Şoreşa Rojava re bi felsefeya Rêber Apo re eleqe û meraqeke mezin hebû.

Wê cihê xwe di eniya herî pêş a şer de girt û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û xwedî tecrûbeyek mezin bû.

Û di sala 2017’an de tevli refên têkoşînê bû.

Hêvî li Zapê tevli berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bûye.

Di pratîka xwe ya serkeftî de bûye şopdarê xeta PKK û PAJK’ê ya mînak û milîtanek YJA Starê ku li gorî mîsyona xwe ya pêşeng tevdigere.

Û xeta milîtaniya YJA Starê nîşan da, di bin her şert û mercî de ala têkoşînê bi serbilindî hilda.

Wê di serdema gerîlatî û artêşbûna jinê de bi hêza xwe ya leşkerî û hêza xwe ya pêşketina taktîkî hêzeke girîng bi dest xist.

Hêvî ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt û bi awayekî aktîf tev li gelek çalakiyan bû.

Hêvî Welat herî dawî di encama êrîşên giran ên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de tevî 11 hevrêyên xwe şehîd bû.

Gerîla Hêvî bi tîpên zêrîn navê xwe di dîroka berxwedana gel de nivîsand.

HPG’ê nasnameyên 11 Gerîlayan eşkere kir

HPG: 11 Gerîlayên din bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

Back to top button