AHMET TURK: TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN A HERÎ GIRAN LI CÎHANÊ YE

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Ocalan a herî giran li cîhanê ye.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê beriya 5 salan li Îmraliyê bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêk anî, tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamiye re nirxandin.

Ahmet turk îşaret bi rola girîng a hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirk kir û wiha got:

Armanca Birêz Ocalan ji van hevdîtinan peydakirina çareseriyeke aştiyê ya mayînde bû.

Ocalan pir hasas nêzîk dibû. Di hevditina ewil de wiha ji me re got,

Bi salan e em têdikoşin. Demek dirêj e ji bo danûstandin û pêvajoya aştiyê pêş bikeve, ez di nava hewldanan de me.

Me biryara rêya çareseriya aştiyane di agirbesta 1993’an ragihand.

Gelê Kurd di berdêla aştiyê de tekoşînek mezin da. Niha jî bêyî ku em dest ji maf û azadiya Kurdan, wê têkoşîna me dewam bike.

Ahmet Turk ragihand ku Rêber Ocalan di pêvajoya danûstandinan de karîbû bersiv van pirsan bide;

Daxwaza Kurdan çiye?

Ji bo demokrasî û aştiyê çi dixwazin?

Ahmet Turk diyar kir ku encama hilbijartina 7’ê Hezîranê AKP’ê bêzar kir û wiha got;

AKP’ê difikî ku ew tenê sûd bigire. Lê di hilibjartinê de dengê Kurdan zêde bû. Ji ber vê yekê AKP pêvajoya aştiyê bidawî kir.

Tişta ji wê pêvajoyê derket holê, destketiyên gelê Kurd bûn.

Lewma AKP ket nava tirseke mezin.

Piştî vê AKP’ê planên xwe ên din xist dewrê.

Ji bo rola çalak a Kurdan li Rojhilata Navîn bi bandor nebe, dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin.

DIVÊ HÊRSA LI DIJÎ RECÎRDÊ ZÊDE BIBE

Ev yek jî bi tecrîda li Îmraliyê destpêkir.

Li ti devera cîhanê tecrîdek wiha nehatiye dîtin.

Ji 3 salan zêdetir e bi malbata xwe re hevdîtinê nake.

Ji ber helwesta xemsar a CPT, cîhan jî bêdeng bûye.

Ji ber vê çendê, lazime hêrsa me a li dijî tecrîdê zêde bibe.

Bi taybet hêzên aştîxwaz û alîgirên demokrasiyê, divê ji bo Birêz Ocalan bikevin nava tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button