Li başûrê Kurdistanê di 2 rojan de bi şewatê 2 jinan jiyana xwe ji dest dan

Li Herêma başûrê Kurdistanê di nava 2 rojan de, 2 jin bi şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Mem-kanî ya ser bi bajaroka Sengeserê a Raperînê ve jina bi navê Ê.H a 23 salî şewitî.

Li gorî şêniyên gund, wê jinê bi xwe, xwe şewitandiye.

Piştî bûyerê, ew rakirin nexweşxaneya Qeladizê, Lê ji ber rêjeya şewata wê zêde bû, jiyana xwe ji dest da.

16’ê Çileyê jî li Çiwar-qurne, Berzî Hemed a dayika zarokekê agir berda bedena xwe.

Li gorî xizmên wê Berzî ducanî bû û di navbera wê û hevjînê wê de pirsgirêk hebû.

Berzî jî doh li nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button