Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Di konfrasnê de behsa giringiya ramanên Rêber Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd û tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn de hat kirin.
Bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya çareserî û aştiyê ye”, Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Ji partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser, şêx û rûspiyên Kurd û Ereban, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgerên Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê 175 delege beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de nîqaş li ser rola herêmê, dîroka jinê, pirsgirêkên gelan, aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê û çareserkirina van aloziyan li gorî ramanê rêber Ocalan hatin kirin.
Hevseroka TEV -DEM’ê Rûken Ehmed derbarê armancên lidarxistina konfransê, axivî û diyar kirin ku fikrên Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên tavahiya Rojhilata navîn e.
Welîd Çolî- Berpirsê Têkiliyên Giştî yê navneda Firatê ya lêkolînan
Berpisê têkiliyên giştî yê navenda Firatê ya lêkolînê Welîd Çolî jî behsa giringiya nêrên Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata navîn kir.