Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyarkir, li gorî lihevkirina agirbestê tevî ku hêzên xwe ji van herêman paş ve kişandine jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe ranawestînin û agirbestê bin pê dikin.
QSD diyarkir ki li hemberî van êrîşan mafê xwe yê parastina rewa bikaranîne û di encama van şerên dijwar de di 24 saetan de herî kêm 56 çete û leşker hatin kuştin.
QSD ragihand ku di van şeran de 13 şervanên QSD jî şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
Li eniya di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.
Hêzên dagirker bi çekên giran, wesaîtên zirxî û balafirên bê mirov êriş birin ser gundên Derdara, Morîkis û Bab El Xêrê.
Şervanên QSD’ê bersîv dan êrîşan û di encamê 40 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 3 tang, 3 panzêr û 6 tirimbêlên leşkerî jî hatin rûxandin.
Li eniya di navbera Til Temir û Serêkaniyê de jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran êrîşî gundên Bîr Nûh, Til Diyab û Esedîyê kir.
Piştî ku şervanên QSD’ê bersîv dan şer qewimî û di encamê de 16 leşker û çeteyên artêşa tirk hatin kuştin û 2 tirimbêlên doçka yên barkirî hatin rûxandin.
Her weha li Eniya Kobanê û Eyn Îsa çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî rêya diwelî ya gundê Qizalî kir.
Li vir şer qewimî û di encam de hêjmareke zêde leşker û çete hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.
Di vî şerî de 2 şervanên QSD’ê û 3 leşkerên rejîmê jî birîndar bûn.
Di encama şerê 24 seatên dawî de şervanên QSD’ê êrîşên dagirkeran sekinandin û di encamê de bi giştî herî kêm 56 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 tang, 5 panzêr, 2 wesaîtên doçka barkirî û 6 tirimbêlên leşkerî hatin rûxandin.
Di wan şeran de bi giştî 13 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Her wiha leşkerekê rêjîmê jîyana xwe ji dest da û 13 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.