Li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrûsê dikevin nêzî 100 hezarî bûye

Li Tirkiyê jimara kesên bi vîrûsê dikevin bi lez nêzî 100 hezarî dibe. Ji ber tedbîrên kêm yên li girtîgehan fikar zêde dibin. Faşîzma hikumeta AKP’ê vê dema qedexeyê jî mîna firsendekê bi kar tîne û bi îdiaya qedexeyê binpê dike cezayên gelekî giran li mirovan dibire.

Li gorî daneyên fermî ku ji aliyê hikumeta AKP-MHP’ê ve hatin eşkerekirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, nêzî 2 hezar û 500 kesan, ji ber vîrûsa Corona jiyana xwe ji dest dane, derdora 100 hezar kes jî, bi vîrûsê ketine.

Lê belê li gorî gelek saziyên tenduristiyê, pîşeyî û sivîl, hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.

Herî dawî Koordînasyona Krîzê ya Herêmî ya Covîd-19 ku KCD, HDP, DBP, TJA û gelek saziyên din di nav de ne, diyar kir, ku rayedarên AKP’ê mirovên ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest didin, weke ‘mirina ji rêzê’ nîşan didin û bi vî rengî, hejmarê kêm nîşan didin.

Yekane tevdîra ber bi çav a tê girtin jî, qedexeya derketina derve ye.

Li 31 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro careke din, qedexeya derketina derve dest pê kir û wê heta 26’ê Nîsanê bidome.

Ya balkêş ew e, ku rejîma AKP’ê vê dema qedexeyê jî mîna firsendekê bi kar tîne û bi îdiaya qedexeyê binpê dike cezayên gelekî giran li mirovan dibire.

Rapora girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin

Di nava xemsariya faşîzma AKP û MHP’ê ya li ser girtiyan de jî fikarên li ser girtiyan zêde dibe.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê û Baroya Wanê li ser rewşa girtîgehên li Wanê lêkolîn kirin û rapor amade kirin.

Komele û Baroyê di raporê de diyar kir ku ji ber girtîgeh pir zêde tijî ye û ne paqij e, dîsa mafê wan ê parastina li dijî vîrûsê tê astengkirin, mafê wan ê jiyanê di bin rîskek mezin de ye.

Back to top button