QSD’ê li gundewarên Dêra Zorê 5 çete girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên veşartî, li gundewarên Dêra Zorê, 5 çete girtin.

Navenda Raghandina QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên koalîsyonê li navçeyên El-Herça û El-Ezba li gundewarên Dêra Zorê 2 operasyon pêk anîn.

QSD’ê di her du operasyonan de, 5 çete hatin girtin û hin çek jî bi dest xistin.

Navenda Raghandina QSD’ê heta niha diyar nekiriya ku çeteyên hatine girtin girêdayê kîjan alî ne.

Back to top button