Tirkiye ji hêla dadgerên navnetewî ve dê were darizandin

Ji ber ku daraz li Tirkiye ne serbixwe ye û pergala hiqûqê di bin deshilata Erdogan ê dîktatorî de ye, wateya xwe ji dest daye. Ji bo darizîneke adilane li Belçîkayê dadgeha darizandina Tirkiyê hate avakirin. Tirkiye di vê dadgehê de, wê bi rêya dadgerên navnetwî ji ber mijarên êşkence, necezakirin, revandin, azadiya çapemenî û ragihandinê were darizandin. 

Êşkence, bêedaletî, kuştin, revandin, destdirêjiya li hember zarokan, tundî, necazakirin ji ber van kiryaran dewleta Tirk a dagirker, wê ji aliyê dadgerên navnetewî ve were darizandin.

Ji bo şopandina van bipêkirinên mafan ên li Tirkiyê jî “Trîbûnala Tirkiyê” ango kursiyê darizandina Tirkiyê li Belçîka weke ‘dadgeheke gel’ a serbixwe û bêalî, hate avakirin.

Trîbûnala Tirkiyê bi insîyatîva fîrmaya hiqûqê ya bi navê Van Steenbrûgge Advocaten (VSA), ji hêla Profesorê Destûra bingehîn Johan Vande Lanotte ve hate avakirin

Fîrmaya Hiqûqê diyardike ku ji ber ku li Tirkiyê daraz ne serbixwe ye û pergala hiqûqê di bin rejîma dîktatorî de hemû maneya xwe ji dest daye, her roj ji wan re agahiyên binpêkirniên û bêcezatî tên ji ber wî jî wan vê biryarê dane.

Dadgeh ji hêla parêzer, dadger û raportoran pêk tê.

Trîbûnala Tirkiyê ango Dadgehê ragihand ku wan li ser 6 mijarên weke;

“Êşkence, bi zorê dane windakirin, necezakirin, azadiya çapemenî û ragihandinê, mafê xwe gihandina tendiristiyê ya cezaxwarî û gumanbaran, mafê darizandina dadmend a gumanbaran û xwe gihandina wan a parêzeran rapor amadekirine.

Trîbûnal bi raporên berfireh ku li ser van şeş sernavan hatî nivîsîn, wê binpêkirina mafan ên Tirkiyê bikole û darizîne.

Bi vê çarçoweyê guhdarîkirina mexdûrên li Tirkiyê wê werin guhdarîkirin. Agahiyên ku mirovan di îfadeyên xwe dane wê ji hêla dadgehê ve werin nirxandin.

Back to top button