EBÛ ERAC: JI BER ŞERÊ LI IDLIB Û DERDORA WÊ, NÊZÎ MILYON Û NÎVEK KES KOÇBER BÛNE

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan Ebû Erac bûyerên navbera Tirkiyê, Rûsya û Rêjîmê rû didin, bi planeke veşartî bi nav kir û destnîşan kir ku, nuqteyên çavdêeriyê yên Tirkiyê ji bo rê li pêşiya Rêjîmê vebe, tên avakirin..Her wiha Ebû Erac di heman demê de teqez kir ku, eger Dewleta Tirk nikaribe planên tê xwestin pêk bîne, wê Idlibê winda bike.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan Ebû Erac şerê li Idlib û derdora wê nirxand.

Ebû Erac da zanîn ku, ji ber şerê heyî, nêzî milyon û nîvek kes ber bi herêmên Bakurê Sûrî ve koçber bûne û başûrê gundewarên Idlibê ji ber topbaran û talanniyê vala bûye.

Ebû Erac bal kişand ser daxuyaniyên li dijî hev ên Rûsya, Tirkiyê û Îranê û got:

“Bi van daxuyaniyan hewl didin lihevkirinên veşartî binuxmînin.

A rast bûyerên ku li Başûrê Idilibê û Bakur Rojavayê Hemayê rû didin, li Astana li ser hatiye lihevkirin.

Tu nakokî di navbera dewletên misogerker de girêdayî bûyerên rû dane û wê di pêşerojê de rû bidin, tune ye.”

EBÛ ERAC: TIRKIYE NUQTEYAN AVA DIKE DA RÊ LI PÊŞIYA RÊJÎMÊ VEKE

Cîgirê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran îşaret bi nuqteyên çavdêriyê yên ku Tirkiyê nû ava dike jî kir û diyar kir ku, ne dûr e aramnca Tirkiyê ji van nuqteyan, vekirina rê li pêşiya êrîşên Rêjîma Sûrî û Rûsya be.

Bi vê yekê plana radestkirina riya Heleb-Lazqiyê temam dibe.

EBÛ ERAC: EGER TIRKIYÊ NIKARIBE PLANÊN XWE PÊK BÎNE, WÊ IDLIB WINDA BIKE

Her wiha Ebû Erac teqez kir ku, eger Dewleta Tirk planên xwe li gorî dema hatiye diyarkirin bi cih neyne, wê Idlibê winda bike.

Herî dawî jî bang li şêniyan kir ku, li hemberî planên ku tên danîn, hişyar bin.

Leave a Reply

Back to top button