Koreya Bakur: IAEA bûye berdevkê Amerîkayê

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) raghanin ku ew ê li ser bernameyên nukleerî yên Koreya Bakur biryarên cezayên nû bidin.
Li dijî vê yekê bertekên tund li Koreyê hat û Ajans wek berdevkê kirêkirî yê Washingtonê bi nav kir.

Koreya Bakur ji ber beşdariya Ajansê di kampanyaya zextê ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ew şermezar kir.

Ajansê raghanin ku ew ê li ser bernameyên nukleerî yên Koreya Bakur biryarên cezayên nû bidin.

Her wiha bang li Koreya Bakur kir ku bernameyên xwe yên navokî sînordar bike.

Piştî vê yekê Koreyê bertek nîşan da û Ajans wek berdevkê kirêkirî yê Washingtonê bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Pîşesaziya Enerjiya Nukleerî ya Pyongyang biryar wek encama komploya Amerîka û hevalbendên wê bi nav kir û got:

“Wê Koreya Bakur di vî mijarê de agav paşve neavêje.”

Berdevkê wezaretê her wiha diyar kir ku Rêvebirê Ajansê Rafael Grossi bi belavkirina çîrokên derewîn hewil dide atmosferek zextê li ser Koreya Bakur çêbike.

Lîderê Koreya Bakur Kim li Rûsyayê digere

Back to top button