Li Misirê şewat: Herî kêm 38 kes birîndar bûn

Li Misirê agir bi avahiyeke bilind a li bajarê Îsmaîliyeyê ket, ku li qiraxa Qenala Suveyşê ye.
Herî kêm 38 kes birîndar bûn, piştî saetan agir hate vemirandin.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, agir bi yek ji avahiyên bilind ên li bajarê Îsmaîliyeyê ket û di encamê de herî kêm 38 kes birîndar bûn.

Nexweşxaneyên mezin ên li bajêr ketin nava alarmê.

Îdareya Ewlekariyê ragihand ku ew hîn nizanin bê şewata serê sibehê rû da, ji ber çi qewimî.

Ji dîmenan tê dîtin ku agir bi tevahiya avahiyê ketiye.

Wezareta Tenduristiyê jî 50 ambûlans şand cihê bûyerê.

Di Tebaxa 2022’an de li Qahîreyê agir bi dêrekê ketibû û herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di Adara 2021’ê de li Qahîreyê agir bi febrîqeyeke tekstîlê ketibû û herî kêm 20 kes miribûn.

Sala 2020’î jî ji be şewata li du nexweşxaneyan 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button