Li Enqereyê ciwanê Kurd Volkan Temel rastî êrişê hat

Ji ber tu kurd î, li Tirkiyê tu yê rastî êrişan û hemû sûcan werî. Ev hişmendî ji ber ya deshilatê ye, Tirkên nijadperest jî li ser wê mezin bûne. Heta niha ji ber vê hişmendiyê bi sedan kurdên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûne qurban. Yê herî dawî jî ciwanê kurd Volkan Temel bû. 

Li Taxa Tirkozu ya Enqereyê, duh êvarî 3 kes êrişî ciwanê kurd ê bi navê Volkan Temel dikin.

Têkildarî êrişê xwişka Volkan, Mizgîn Temel agahî dan.

Mizgîn ragihand ku 3 kesan bi kêr û daran êrîşî birayê wê kirine.

Her wiha eşkere kir “Di dema êrişê de jê re gotine ‘Ev der Turkozu ye, wê bibe gora Kurdan, ji vir bicehimin’.”

Mizgîn da zanîn ku ji ber êrîşê niha bêhna birayê wê diçike û rewşa wî xerab e.

Her wiha da zanîn wan ji nexweşxaneyê rapor wergirtiye û çûne gilî bikin, lê belê polîsan ti bersiv nedaye.

Mizgîn dibêje ne cara yekem e, du car in malbata wan rastî êrişên bi vî rengî tê.

Ev êriş tim li dijî kurdan tên kirin, ji ber hikumet û deshilat di vî alî de xemsar in, heta destekê didin van kirinan.

Back to top button