Serokomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd kî ye ?

Parlamentoya Iraqê serokomarê nû yê welat diyar kir.
Dr. Letîf Reşîd ji doh ve li nava Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê yek ji navê herî zêde tê bilêvkirin e.
Letîf Reşîd kî ye?
Em kêmekê ji nêz ve nas bikin.

Dr. Letîf Reşîd duh bi 162 dengan bû serokkomarê nû yê Iraqê.

Dr. Letîf Reşîd kiye?

Dr. Letîf Reşîd di 10’ê Tebaxa 1944’an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Navê wî yê temam, Ebdulletîf Cemal Reşîd e. Sê zarokên wî hene (2 kur, 1 keç).

Hevjînê Endama Polîtbûroya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed e.

Di sala 1968’an de beşa Endezyarî li zanîngeha Lîverpolê xilaskiriye û dîplomaya xwe wergirtiye.

Pitşre di sala 1972’yan de master kiriye û di sala 1976’an de unvana dixtortiyê di heman beş de bi destxistiye.

Di dawiya dalên 70’êyan de nûnerê YNK’ê yê li Brîtanyayê bû, piştî wê li hinek welatên din ên Ewrupayê jî nûnerê YNK’ê bû.

Di sala 1992’yan de bû endamê Encûmena Bicihanîna Nîştimanî ya Iraqê û ev erk heya sala 2003’yan dewam kir.

Piştî rûxîna rejîma Baasê sala 2003’yan bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê û ev erk jî heya sala 2010’an dewam kir.

Piştre bûye Emîndarê Giştî yê Rêxistina Faw ya li Iraqê.

Di navbera salên 2010-2022’an de şêwirmendê serokomarê Iraqê bû.

Herî dawî jî duh ango 13’ê Cotmeha 2022’yan bû serokkomarê nû yê Iraqê.

Back to top button