PASDARÊN ÎRANÊ NEFTKÊŞEKE BIRÎTANÎ DESTESER KIR

Îro Pasdarên Îranê ragihandin ku wan neftkêşeke Birîtanî di tengava Hurmuzê de desteser kiriye.

Li gorî Pasdarên Îranê neftkêşa Birîtanî qanûnên tevgera nava avê de binpê kiriye.

Birîtaniya jî ragihand ku ew li agahiyên berfirh derbarê mijarê de digerin.

Her wiha komîteya Awarte ya Birîtanyayê civîneke lezgîn têkildarî mijarê li dar xist.

Li gorî agahiyan jî di neftkêşê de 23 karmend hebûn û ti agihyên piştrast li ser rewşa wan nîne.

Meclisa Ewlehiya Netewî ya Emrîkî ragihand ku wê Emerîka bi hevkarên xwe re li dijî kriyarên Îranê rawestin.

Li aliyeke din jî serokê Emrîkayê Trump di axaftineke xwe de got ku guman nîna wan Drona Îranî xistiye xwarê.

Trump Her wiha got ku ew amade ne bersiva bidin her kiryarekî ne guncaw ji aliyê Îranê ve derkeve.

Hêjayî gotinê ye ku Îran mijara xistina Emrîka droneke Îranî red dike.

Leave a Reply

Back to top button