Şehîd Mezlûm Qamişlo bi merasîmekê hate oxirkirin

​​​​​​​Îro li herêmê merasîmên şehîdan hebû. Li Qamişlo û Til Hemîs cenazeyê du şehîdan hate oxirkirin û li Kobanê jî merasîma sersaxiyê yê şehîd Dildar Rojava pêk hat.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê şervanê QSD’ê Remedan Îsmaîl ‘Mezlûm Qamişlo’ oxirkirin.

Di merasîmê de kesên axivîn balkişandin ser têkoşîn û berxwedana şehîdan û gotin:Em ê li ser xeta şehîdan li ber xwe bidin.

Bi saya fikrê rêber Ocelan me rêya berxwedanê nas kir.

Dawiyê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanê QSD’ê Mihemed Esaf li Til Hemîsê hate oxirkirin

Li Til Hemîsê jî bi merasîmekê şervanê QSD’ê Esaf Mihemed hate oxirkirin.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Leys Elî got: “QSD’ê gelek fedakarî dan û dê di oxira rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî de jî dewam bike.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hemze Mihemed jî got şehîdan bi rêya fedakariyê hezkirina xwe ji welat û gelê xwe re rabar kirin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyê û oxirkirina şehîd bi dawî bû.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Dildar Rojava re xwest

Li Kobanê jî konê sersaxiyê ji bo şehîdê HPG’ê Dildar Rojava hate vedan.

Li bin kon endama Koordînasyona Kongra Star Arîn Kobanê axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto jî sersaxî xweset û soza domnadina şehîdan da.

Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayê HPG`ê Felat Hisên bi nasnav Zana Amed ku sala 2021`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewrên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şehîdan di merasîma li taxa Merşo ya Hesekê amade bûn.

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin: Şehîd Zana Amed ji bo ku em jiyanek bi rûmet bijîn, tevlî karwanê nemiran bû.”

Back to top button