SOHR: Li herêmên hikûemtê di sûcên dijmirovî zêdetirî 230 kesî hatine kuştin

Li herêmên hikûmeta Şamê ji bilî aloziya aborî buyerên dijmirovî zêde dibin. Li herêmên hikûmetê ji bilî daneyên erdhejê, di meha sibatê zêdetirî 230 kesî jiyana xwe ji dest da. Artêşa Israîlê bi moşekan êrişî balafirgeha helebê kir.

Li herêmên hikûmeta Şamê buyerên kuştin û sûcên dijmirovî her diçe zêdetir dibin û kêm nabin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li herêmên hikûmetê bîlançoya sûcên kuştin û dijmirovî di meha Sibatê de, eşkere kir.

Çavdêriyê da zanîn ku di meha Sibatê zêdetirî 230 kesî di buyerên kuştin û dijmirovî hatine kuştin.

Çavdêriyê piştrast kir bîlançoya hatiye eşkere kirin, hejmara kesên ku ji ber erdhjê jiyana xwe ji dest dane nagirte nav xwe.

Li Derayê hêzên hikûmetê û çekdarnên herêmî bi hev ketin

Li Derayê êriş, şer û kuştin di navbera komên çekdar yên herêmî û hêzên hikûmeta Şamê dewam dike.

Duh hêzên hikûmetê li bajarokê Um El-Mîzan yê li Derayê bi hinceta bazirganiya Madeyên Hişbir gelek kes girtin.

Çavdêriyê diyar kir ku îro li heman derverê di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên herêmî şerekî dijwar derket.

Heta niha der barê encama şer de ti agahî nehate bidestxistin.

Li Siwêdayê kesek girêdayî hêzên hikûmetê hat kuştin

Rewaş tevilhev ya li Siwêdayê ji ya Derayê ne zêdetir e.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku şevê din li çerxereya El-Umeran ya li Siwêdayê ji aliyê kesên nenas ve serkêşekî komek çekdar girêdayî hêzên hikûmetê hate kuştin.

Israîlê êrişî balafirgeha Helebê ya Sûrî kir

Êrişên Artêşa Israîlê yên li dijî alîgirên Îranê li Sûriyê zêde dibin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din artêşa Israîlê ji deriya Spî bi mûşekan êrişî balafirgeha navdewletî ya Helebê kir.

Pergala Parastina hewayî ya hikûmetê hatin bikaranîn lê rê li ber êrişê negirt.

Di encamê de gelek zirar li balafirgehê pêk hat.

Israîlê êrişî balafirgeha Helebê ya Sûrî kir

Back to top button