Li Iraqê serkomarê nû hat hilbijartin

Parlamentoya Iraqê piştî bêtirî salekê karî serokomarê nû yê welat diyar bike.
Dr. Berhem Salih yê nekarî careke din bibe serokomar peyamek weşand û got,
Min heta dawî hewilda erkên xwe bicih bînim.
Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd, namzetê Çarçoveya Hemahengî yê ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiya Sudanî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.

Li Iraqê di nava aloziyê de doh parlamentoyê karî serokomarê nû yê welat diyar bike.

Pêşbazî di navbera Serokomarê berê Dr. Berhem Salih û Dr. Letîf Reşîd de bû.

Letîf Reşîd bû serokomarê nû yê Iraqê

Letîf Reşîd bi dengekî zêde bû serokomarê nû yê welat.

Balkêşe herdu namzetên serokomariyê jî ji YNK’ê bû.

Berhem Salih: Bi domdarî girêdayî pêkanîna erkê xwe bûm

Piştî Berhem Salih di tora duwem a hilbijartina serokomarê Iraqê de biserneket peyamek belavkir û wiha got:

“Min rêz ji serokomartiya Iraqê re girt, bi berdewam ez girêdayî bicihanîna erkên xwe yên di jêr banê nîştimanperwerdî û di rêya reformên ji bo welatek hêja û xizmetê ji hemwelatiyan re bikim de meşiyam.”

Berhem Salih pîrozbahî li serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kir û hêviya serkeftinê jêre xwest.

Li aliyê din serkirdeyên Iraqê jî li ser hesabên xwe yên medya dijîtal pîrozbahî li serokkomarê nû yê Iraqê dan û hêviya serkeftinê jêre xwestin.

Sûdanî ji bo avakirina hikumeta nû hat erkdarkirin

Her wiha piştî ku hilbijartina Letîf Reşîd, yekser ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê namzetê Çarçoveya Hemahengî yê ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiya Sûdanî hat erkdar kirin.

Li gor yasayên Iraqê, divê Mihemed Şiya Sûdanî di nava 30 rojan de hikûmeta nû avabike.

Ger di nava 30 rojan de nekarî hikûmetê avabike, wê serokomar ji bo avakirina hikûmeta nû kesek din erkdar bike.

Back to top button