561 rewşenbîrên ji Kurdistan li hember êrişên dewleta Tirk yên ser Kurdistanê û bi taybet bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên qedexekirî bang li NY û Rêxistinên Navnetewî kirin ku çavên xwe li komkujiyên bi serê gelê kurd de tên negrin..
Îro 561 rewşenbîrên ji Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên ser azadîxwazên Kurd bi tûndî şermezar kirin.
Di daxuyaniya rewşenbîran de hat gotin:
“Rejîma Tirk bi hemû awayî di nava şerekî qirêj deye û dijî azadîxwazan terorê dike.
Bombeyên kîmyawî û qedexekirî bikartîne, ji aliyê din ve, azadîxwaz, rojnamevan, çalakvanên sivîl û siyasî yên li Bakurê Kurdistanê digre.
Li rojavayê Kurdistanê jî bi balafirên bê mirov êriş dike û welatiyan dike hedef.
Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî bi alîkariya sîxuran, şoreşger û azadîxwazan qetil dike.
Li hemberî gerîlayên azadîxwaz, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyawî yên navnetewî bikartîne.
Li dijî van suc û êrişan jî dewletên cîhanê bêdengin û ti helwestek nîşan nadin.”
561Rewşenbîran: Divê çav ji komkujiyên li ser Kurdan re neyên girtin
561 rewşenbîran di dewama daxuyaniya xwe de êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û ev bang kirin:
“NY, parêzerên mafê mirovan, rêxistinên navnetewî ên dijî çekên qedexekirî, parlamenter, konsolosên Ewrupa û dewletên cîhanê divê êdî bêdeng nemînin û berpirsyartiya xwe bicîh bînin. ”
Her wiha rewşenbîran bang li parlamentoya Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî kir ku li hember van suc û terora dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin.