​​​​​​​Rêveberiya Xweser buhayên medayên sotemeniyê diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên madeyên sotemeniyê diyar kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hejmara 119’an buhayên madeyên sotemeniyê li herêmên rêveberiyê diyar kirin.

Biryar wiha ye:”Li gorî pêşniyarên Rêveberiya Giştî ya Sotemeniya ya hejmara 104 a di 4-5-2021`ê de û li ser bingeha berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van biryaran dide:

1-Buhaya sotemeniyê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî vê yekê ye:

Buhayê mazotê ji bo aş û firinan 100 lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê mazotê ji bo germkirin û çandiniyê 250 lîreyên Sûriyê ye

Buhayê mazotê ji bo nivîsgehên pîşesazî û xizmetguzariyê 300 lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê mazota baş 400 lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê mazotê ku ji bo rêxistinan hatiye veqetandin bi 500 lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê gaza av 300 lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê benzîna baş 410 lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê benzîna baş ya ji derve tê 65 û 5 sentên amerîkî ye.

Buhayê tupa gaza malê 8 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Buhayê tûpa gaza bazirganiyê ya ji bo avahiyên pîşesazî û bazirganiyê hatiye veqetandin 15 hezar lîreyên Sûriyê ye.

2-Ev biryar her kesî eleqedar dike.

Back to top button