Dewleta Tirk çekên fosfor li Zendurayê bi kar anî

Hate ragihandin ku atêşa Tirk a dagirker li girê Zendûrayê çekên fosfor bi karanî.

Ji ber dagirkeriya Tirk li beramberî berxwedana gerîlayên azadiyê nikarin encamê bigre, çekên kimyawî û qedexekirî bi kartîne.

Li gorî Ajansa Roj-news’ê ku agahiyan, ji çavkaniyên herêmê digire, balafirên artêşa Tirk a dagirker îro piştî nîvro Girê Zendûra bombebaran kir.

Li gorî agahiyan di bombebaranê de çekên fosfor hatiye bikaranîn.

Di dîmenên ku ji aliyê gundiyan ve hatine kişandin jî, di dema bombebaranê de agirek mezin bilind dibe, toz û dûmanek gelek mezin belav dibe.

Back to top button