Jinên Reşik ji jinên Sirbîstanê yên li dijî şer in pêk tên

Jinên Reşik ji jinên Sirbîstanê yên li dijî şer in pêk tên. Tevî gefan Jinên Reşik dest ji çalakiyên xwe bernadin, di serî de li Srebnîstê, sûcên ku ew dike qebûl nakin û dixwazin sûcdar werin cezakirin.

Li her devera cîhanê yên ku barê giran yê şer dikşînin jin in.

Ji nava wan jî jinên reşik yên Sirbîstanê ne.

Di şerê li Sirbîstanê yê li dijî Yugoslavyayê de, nêzî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, 5 mîlyon kes jî koçber bûn.

Di binpêkirina mafan de herî zêde jin û zarokan zerar dîtin.

Bi sedan jin û zarok rastî destavêtinê hatin.

Li dijî şer û binpêkirinan, jinên reşik rabûn serhildanê.

Ji bo tola wan jinan rakin, 9’ê cotmeha 1991’ê, Jinên Reşik rêxistineke dij-mîlîtarîst- femînîst ava kirin.

Ev rêxistin ji aliyê komeke û ji sê aktîvîstan pêk tê hat avakirin.

Di dema Tîto de, jin û dayikên ku zarokên wan di şer de li dijî mîlîtarîzmê cih digirtin û aktîvîstên li dijî şer bûn, bi awayekî aktîf di têkoşînê de cih girtin.

Aktîvîstên jin li Belgradê hatin cem hev û çalakiyeke bêdengiyê bi cilên reş li dar xistin.

Ji 1997’an şûn de wan li Sirbîstanê bi rêxistinên jinan yên din re jî têkilî ava kirin.

Li ser gelek mijaran konferas, semîner û perwerde hatin dayîn.

Derbarê jin, aştî û femînîzmê zêdetirî 200 pirtûk hatin weşandin.

Jinên Reşik Seknek zelal li dijî netewperestiyê nîşan dan.

Li vir ya balkêş jî ji dema şer heta niha jinên reşik di çalakiyên şermezarkirinê de sê sembol bikar tînin.

Bedena aktîvîstan, rengê reş û bêdengî.

Her wiha Jinên Reşik dema ji bo aştiyê dest bi nobetê kirin, ji bo nîşan bidin ku li dijî polîtîkayên şer yên hikûmeta Sirbîstanê ne dirûşma ‘Ne ji bo navê me’, ‘Hertim bê îtîatî’ berz dikirin.

Di roja me ya îro de aktîvîstên ciwan û hem jî Jinên Reşik çalakî û nobetan didomînin.

Jinên reşik li ser bingeha du stratejiyên ku li dijî netewpersetiya hikûmetê serî hildan û bi jinên ji deverên cuda yên herêmên şer re têkilî danîn, îro çalakî û nobetên xwe didomînin

Jinên reşik dema li Kosovayê şer hat despêkirin çalakiyên xwe dewam kirin û torên navneteweyî ava kirin.

Ev jin sûcên ku netewdewlet dike qebûl nakin û dixwazin sûcdar werin cezakirin.

Back to top button