YPG’ê nasnameya şehîd Çiya û Diyar eşkere kir

Deskeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin. YPG’ê nasnameya Diyar Efrîn û Çiya Efîrn eşkere kir. YPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Di berxwedana Serdemê ya Efrînê ya 2018’an de destanên dîrokî li dijî dagirkeriya dewleta tirk hat nivîsîn.

Şervanên YPG-YPJ’ê bi têkoşîna xwe nîşanî hemû cihanê kirin ku cawa bi bîr û baweriyekî xurt dikarin li pêşiya dagirkeriyê berxwedanê bikin.

Di vê berxwedanê de zêdeyî hezaran şehîd hatin dayîn.

​​​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameyên 2 şervanên YPG`ê ku li Helebê şehîd bûne, eşkere kir.

YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku şervanê wan, Çiya Efrîn di berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûbûn.

YPG’ê dazanîn ku ji ber birîna giran ya Çiya heta niha li Helebê dihat dermankirin.

Lê tevî hemû hewildanan Çiya Efrîn şehîd bûn.

Her wiha şehîd Diyar Efrîn jî di encama qezayekê de gihaşt şehadetê.

YPG’ê anî ziman ku Çiya Efrîn û Diyar Efrîn heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi dilsozî têkoşîneke bêhempa dan meşandin û li gorî wê tev geriyan.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Mihemed Saîd Mihemed binasnav Diyar Efrîn li Şamê ji dayîk bûye, 30 Tebax 2020 li Helebê şehîd bû.

Û Mihemed Mehmûd binasnav Çiya Efrîn li Efrînê ji dayîk bûye, 30 Tebax 2020 li Helebê şehîd bû.

YPG’ê di şexsê şehîdan de tevahî şehîdên şoreşê bibîr anî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Back to top button