Saziyên li Şengalê banga bersivdayînê ji hikûmeta Iraqê kir

Saziyên li Şengalê êrîşên Tirkiyê ser herêmê şermezar kirin û banga bersivdayînê ji hikûmeta Iraqê kir.

Li navçeya Sinûn a girêdayî Şengalê, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û tê de êrîşên Tirkiyê ser deverên Şengalê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li Êzidiyan hat kirin ku nekevin bin bandora gef û êrişên dewleta Tirk û tirsa xwe bişkînin.

Bi heman armancê li Serdeştê sazî û rêxistinên civaka Êzidî derbarê êrîşan de daxuyaniyek da.

Hevseroka Meclisa Gel, Kinê Xidir, daxuyanî xwend û bêdengiya hikumeta Iraqê ya li dijî êrîşên Tirkiyê şermezar kir.

Kinê Xidir bang li gel kir ku vegerin ser axa xwe û li Şengalê xwedî derkevin.

Back to top button