Mazlûm Ebdî: Em bang li civaka navneteweyî dikin ku qirkirina li Efrînê rawestîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk – QSD Mazlûm Ebdî der barê kirinên li dijî gorên şehîdan ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hatin, bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li van kirinan bînin.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got “Hêzên dagirkeriya Tirk gorên şehîdan ku di dema êrişan de ji bo parastina Efrînê şehîd bûne, vedike. Piştre rastiyan berovajî dike û ji raya giştî re wekî ku ‘goreke komî’ ye nîşan dide.”

Ebdî dîmenek goristanê beriya dagirkeririna bajêr li ser hisabê xwe yê tiwîtterê parve kir û ev bang kir:

“Em bang li civaka navneteweyî dikin ku yekser bikeve tevgerê, da vê qirkirinê rawestîne û Efrînê û şêniyên wê ji sûcên dermirovî biparêze.”

Back to top button