HPG: Artêşa Tirk a dagirker li hember berxwedanê têk diçe û gazên kîmyewî bikartîne

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’yê Nîsanê ve êrîşî başûrê Kurdistanê dike li hember berxwedana gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk diçe.HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker ku ji gerîla derbên giran dixwe gazên jehrî û çekên kîmyawî bikartîne.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê berxwedana gerîla û êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 15’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker bi balafirên şer derdora gundê Yekmalê yê herêma Bergarê ya navçeya Amediyê bombebaran kir.

Hat diyar kirin heman rojê Girê Koordîne yê Metîna û qada Kela Qumriyê û derdora gundê Deşîşê yê Kanî Masî ya Amediyê jî bi helîkoptêrên êrîşê hate bombebarankirin.

HPG’ê da zanîn di navbera 14-16’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi topan qada Werxêlê ya herêma Avaşînê bombebaran kir.

Hat diyar kirin 15’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi gazên jehrî û kimyewî êrîş bir ser tûnelên şer ên li qada Girê Sor û da zanîn heman rojê artêşa dagirker bi teqemenî û çekên kimyewî êrîş bire ser tûnelên şer ên li qada Werxêlê.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin,

“Artêşa Tirk ya dagirker ku li hember berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê têk diçe, li dijî qadên berxwedanê gazên kimewî bi kar tîne. Li gel van rêbazên şerê qirêj ku dagirker li dijî berxwedana gerîla bi kar tînin, hêzên me bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin.”

Back to top button