TAJÊ: Emê bi xurtkirina rêxistina xwe li pêşiya fermanan bisekinin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera 9’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyanî da û got:
“Ji bo ferman dubare nebin ew ê rêxistina xwe xurttir bikin, têkoşîna xwe geş bikin, ji bo mîsogerkirina mafên xwe bixebitin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê li ber avahiya Meclîsa Jinan a Sinûnê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico ve hat xwendin.

Rîham Hico, şehîdên fermanê, şehîdên berxwedana Şengalê û parastina rûmetê bi bîr anîn û got:

“Em bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em roj bi roj ber bi roja reş, roja 3’yê Tebaxê ve diçin.

Wê rojê li ber çavên cîhanê civaka me bi awayeke hovane hat qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser xiyaneta PDK’ê ku li Şengalê neparastin û wiha hat gotin:

“Encama xiyaneta ku PDK’ê li Şengalê kir, 6417 zarok û jin ketin destê DAIŞ’ê,

her wiha 5000 kes hatin kuştin, 80 gorên komî hatin çêkirin.”

Back to top button