Nûrî Mehmûd: Em tenê xwe dispêrin hêza xwe ya xweser

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd destanîşan kir ku rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de armanca sereke ya hêzên wan e û got: ”Em tenê xwe dispêrin hêza xwe ya xweser, vebijêrka me ya sereke jî têkbirina êrişan li gor şerê gelê şoreşgerî ye.”

Bi boneya salvegera 5′emîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd axivî.

Nûrî Mehmdûd di dagirkirina Serêkanî û Girê Spî de balkişand li ser rola dewletên derve û ev nirxandin kir:

“Dema êrişî bajarên me Serêkaniyê û Girê Spî kirin jî, di serî de Amerîkayê gelek dewletên Ewropayê li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî tevnegeriyan.

Van dewletan rê dan Erdogan ku êrişî bajarên me bike.

Li hember wê civaka li Amerîkayê bi rewşenbîr, oldar û siyasetmedarên xwe piştgirî da Rojavayê Kurdistan.

Dibe ku lihevkirin û hêzên hevkar ji bo me hebin, lê belê em xwe naspêrin wan, em tenê xwe dispêrin xwe û hêzên xwe yên xweser.”

Nûrî Mehmûd: Gelê me li hember êrişan wê xwe biparêze

Nûrî Mehmûd li ser êrişa dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, binsaziya herêmê û bikaranîna çekên qedexekirî nirxandin kir û got:

“Bêguman cîhan tevde dizane ku pîvan navneteweyî, mafên mirovan, qanûnên şer û nirxên civakê hene.

Lê ev pîvan û qanûn di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di ber çavan re nayê girtin.

Dema ku mijar dibe Rojava em dibînin ku rêxistinên NY′yê yên têkildarî parastina van pîvanan bêdeng dimînin.

Di êrîşan de Zarok, kesên bi temen, binsazî, dibistan û cihên îbadetê hatin hedefkirin.

Niha jî Erdogan êrişî herêmê dike û hewl dide gelên herêmê qir bike.

Lê gelê herêmê li hemberî van êrîşên hovane seknê dîrokî dîşan dide û wê xwe biparêze.”

Nûrî Mehmûd: Em ê bi şêwazê şerêgel ê şoreşgerî xwe biparêzin

Nûrî Mehmûd herî dawî got:

“Bêguman bersivdayîn û têkbirina van êrişan ne biryareke nû ye.Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye.

Gelê me xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye, bi hêzên xwe re ye ku di erka xwe ya leşekrî de bi israr e.

Back to top button