Di êrîşa balafira bê mirov a li ser Mexmûrê de jinek birîndar bû-HAT NÛKIRIN

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand, di encamê de jinek 50 salî birîndar bû. Xelkê wargehê li dijî êrîşê daxuyanî dan û gotin:Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin ne ji rêzê ye, em bang li raya giştî ya Kurdistanê, Navnetewî dikin ku ji êrîşan re sînoran deyinin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirke li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wargeha Mexmûrê bi armanca tinekirin û têkbirina îradeya gelê Kurd e.

Vê sibehê careke din balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker malek ya xelkê wargehê bombebarankir.

Di encama êrişê de jinek bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bû.

Şandeyek lêkolînê ya rayearên Iraqê berê xwe dan cihê bûyerê.

Lê wekî her car ti gavan ji bo rawestandina van êrîşan navêjin.

Xelkê wargehê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyan û bêdengiya li hember êrîşan şermezar kirin.

Xelkê Mexmûr: Divê sînor ji êrîşên dewleta Tirk re bê dayin

Bi kombûna gel ya li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji bo daxuyaniyek hat dayin û hate gotin:

Dewleta faşîst û qirker ku nesîbê xwe ji mirovahiyê nagire, di nava hefteyekê de du caran êrişî wargeha Şehîd Rustem Cûdî kir.

Dewleta faşîst wekî gurê har lê hatiye, êdî ti sînoran nasnake.

Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin ne ji rêzê ye.

Em bang li raya giştî ya Kurdistanê, raya giştî ya Iraq û Navnetewî dikin ku ji êrîşan re sînoran deyinin.

Iraqa ku ji bo Filistînê bang dike, ji bo Mexmûrê bêdenge, ev cihê gumanê ye.

Di 7’ê Cotmehê de jî ewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov û bi çek mizgefta Wargeha Mexmûr’ê bombebaran kiribû.

Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.

Di encama êrîşa li ser Mexmûrê jinek birîndar bû

Back to top button