Leyla Guven: Di şexsê rêbertiya me de tecrîd li ser gelê Kurd pêk tê

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven bi nameyekê banga xurtkirina têkoşîn li hmber tecrîd û komploya li dijî rêber Apo kir û got: Hêza me bi qasî çiyayê Agirî bi heybete, bi qasî Munzurê herikbare.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven ku di girtîgeha Xarpêtê de ye nameyek ji ajansa Jin News’ê re şand.

Leyla Guven di nameya xwe de balê dikşîne li ser tecrîda giran ya li dijî rêber Abdulah Ocalan û dibêje:

Tişta ku hêzên faşîst jê ditirsiya pêk dihat.

Ji bo protestokirina tecrîda 25 sale li ser serokatiya me didome, her tim çalakî pêk hatin.

Ji ber di şexsê serokatiya me de tecrîd li ser Gelê Kurd pêk tê.

Leyla da zanîn ku konsepta qirkirinê ya li Îmraliyê destpê kiriye li ser cihên ku kurd dijî bi lez didome û got:

Em kurd vê xetereyê dizanin û dibînin.

Serdest dixwazin dengê Kurdên ku bûne hêz û polîtîk bibirin.

Divê her kes vê plana têkbirinê baş fêm bike.

Lê mixabin hîn hêzên kurdî yên weke PDK’ê dibin alava lîstikên Osmanî de ne.

“RÊYA SÊYEMÎN BI KAREKTERÊ JINÊ PÊŞ DIKEVE”

Leyla Guven balkişand li ser têkoşîna jinan jî û wiha domand:

Rêya sêyemîn bi karekterê jinê pêş dikeve.

Têkoşîna li dijî pergalê ya îro têkoşîna jinê ye.

Serhildana jinê ya li Rojhilat mînaka vê ya ya şênber e.

Di esasa têkoşîna jinê de gerdunîbûn û demokratîkbûn heye.

Ji ber vê jî karekterê têkoşînên sedsala 21’ê jinê esas digire.

LEYLA GUVEN: AZADIYA RÊBERTIYA HINCETA TÊKOŞÎNA ME YE

Leyla banga xurtkirina têkoşînê li hember komployê kir û ev tişt got:

Azadiya serokatiya me hem li hundir hem li derve hinceta têkoşîna me ye.

Divê serokatiya me demildest bigihêje azadiya xwe û ev hewcedariyeke ku nikare be taloqkirinê ye.

Em destur nadin gelê me 100 salekî din jî bê qetilkirin.

Hêza me bi qasî çiyayê Agirî bi heybete, bi qasî Munzurê herikbare.

Divê her kes vê bizanibe.

Back to top button