Rêveberiya Xweser: Em ê bi yekîtî û hevgirtina gel dawî li dagirkeriyê bînin

Bi boneya salvegera 4’an a dagirkirina Serê kaniyê û Girê Sipî Rêveberiya Xweseya daxuyaniyek da û got:
“Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan li dijî sûcên li herêmên dagirkirî bêdeng nemînin”.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di daxuyaniya xwe de diyarkir ku dagirkeriya Tirkiyê ewlehî û aramiya li herêmê têk biriye û wiha got:

“Ev 4 salin li dijî herêmên me yên dagirkirî ji Efrîn heta bi Serê kaniyê û Girê Sipî kiryarên qirkirinê tê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane li herêmên dagirkirî sûcên şer pêk tîne.

Dixwaze demografiya herêmên me bide guhertin, wan ji çand û dîroka wan dûr bixe.

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê hemî zagon û pêvanên Navneteweyî binpê dike.

Bi veya re jî têrker nema niha êrîşî kampên ku koçberên Serêkaniyê û Girê Sipî lê dimînin dike.

Divê di zutirîn dem de hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bê xwestin”

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de daxuyakirin ku ew ê bi yekîtî û hevgirtina gel dawî li dagirkerî û êrîşan bînin.

Back to top button