Desthilatdar bi her alî ve êrişî nirxên jin û civakê dike

Li dijî pergala serdest a mêr û modernîteya kapîtalîst têkoşîna jinan ya bi hev re bû nimûne ji tevahiya cîhanê re. Jinan ew desthiladariya ku dixwest wê qir bike, bikuje û ji holê rake bi hevgirtin û têkoşîna xwe ya azadiyê hilweşand. Lewra jinên cîhanê bi taybet jinên kurd ji bo azadiya hemû jinan jî berxwedaneke mezin dan meşandin.

Di sedsala 21’emîn de pergala sermayedar roj bi roj ber bi qeyranek global ve diçe.

Bi her alî ve qeyranên aborî, siyasî, leşkerî, civakî, çandî û dîrokî bi awayekê kûr jiyan dike.

Hişmendiya mêr a dewletparêz, olperest û zayendperest dibin yek û di hemû milan de êrişî jiyana jinê dikin.

Di van êrişan hemûyan de yê herî zêde dibe qurban jin û civak e.

Berxwadana jinê ya ji bo azadiyê ji bo xwe wekî gef û xeteriyekê dibinin.

Di şerê cîhanê yê sêyemîn, beşekî mezin ê vê şerê li ser jinê tê meşandin e.

Ji ber wê ji her wextekî zêdetir pirsgirêka azadiya jinê, kuştin û destdirêjî gihiştiye lutkeya herî bilind.

Sîstema baviksalar bi hemû rêbazan hewl dide azadiya jinan têk bişikîne û têkoşîna jinan ber bi azadiyê ve asteng bike.

Tevgerên jinan ên cîhanê bi rêxistina xwe li dijî desthilatê sekinîn

Jin, bi mezinkirina tifaqa di navbera xwe de karîbûn rê li ber şerê di şexsê jinan de li hember mirovahiyê tê kirin kilît bikin.

Konferansên jinan ên li Tunisê, Berlînê çêbûn de ji bo pêşxistina têkoşîna yekbûyî ya jinên cîhanê, biryarên girîng bi pêş ketin.

Ji bo azadî û mezinkirina têkoşîna jinan li ser asta cîhanê ev gaveke girîng bû.

Bi vê yekê jî li hemberî modernîteya kapîtalîst û pergala mêrserwer bûn yek.

Tevgerên jinan ên cîhanê bi rêxisina xwe karîbû li dijî desthiladaran bisekin.

Di tekoşîna azadiya jina Kurd de nasnameya jin a îdeolojîk, rêxistînî, parastinê, civakî û çandî bi awayek şênber derket pêş û hişt bibe hêviyek.

Jinên kurd dengê xwe bi têkoşînê didin hesandin ku ezmûnên xwe bi jinan re parve bikin.

Xwe gihandina komên jinan ên deverên cuda yên cîhanê.

Ev derfetên ku qala wan tê kirin, li ba tevgera jinan a Kurdistanê gelek in.

Ji bo pêşdebirina têkiliyan a li gel jinên cîhanê, mijulbûnek kûr a jinên kurd tê dîtin.

Ji bo azadiya hemû jinan jî têkoşîneke mezin daye meşandin.

Doza jinan dozeke gerdûnî ye

Doza jinan dozeke gerdûnî ye û ne tenê girêdayî neteweyekê yan komekê ye.

Beşdarbûna jinan di qadên berxwedanê de jî hişt dengê jinan li ser asta cîhanê bilind bibe.

Her wiha bala gelek rêxistinên jinan ku serdana herêmên Bakurê Sûriyê kirine, kişandiye.

Jin jiyan azadî jî berhemê mîrateya berxwedana 40 salan e.

Hemû gavên li vê cografyayê hatine avêtin bi saya xwîna şehîdên jin pêk hatine.

Seknek berxweder, hevgirtî, li dijî êrişên serweriya mêr, bi parastina hevdû wê ev hişmendiya destdirêjkar û tûndîya li ser jinê têk bibe û wê roj ji bo jinê hilaveje.

Back to top button