Li Lubnanê Kongra Star du panel li dar xist

Kongra Star panelek bi sernavê “Rêxistin û pêkanîna edaletê ji bo jinan” li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li dar xist.

Panel li navenda Weqfa Newroz a Çandî û Civakî bi beşdarbûna endamên Kongra Star û Weqfa Newroz hat li darxistin.

Parêzera mafên mirovan Heyfe Yûsif di panelê de axivî û got: “Em li vir in da ku jinan bi pêş bixin.”

Heyfe der barê ku çawa jin bibe xwedî biryar û çawa jinên ku ji hevjînên xwe veqetiyane û zarokên xwe bi dest bixe, hin şîrove dan.

Panel bi çend pirsên ji hêla endamên Kongra Star bi dawî bû.

Parêzer Siroş Helebçe jî li ser dîroka jinên Kurd semînerek li Weqfa Newroz a li Lubnanê da.

Siroş da zanîn ku jinên Kurd gelek îşkence, zilm, binpêkirin û komkujî dîtin lê belê bi berxwedan, têkoşîn, hezkirina welat û vîna xwe, siyaseta dijmin têk bir.

Back to top button